Erdogan: Me encama ku hêvî dikir bidest nexist

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor Encmên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyeyê Hevpeymaniya Cumhur a AK Partî û MHPê, şikestineke mezin li hember namzetên CHPê xwariye. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan jî dibêje, “ev hilbijartin ne dawî ye û gelê wan peyama xwe gihand û serketina vê hilbijartinê ji demokrasiya me re ye.”

Di hilbijartinên Şaredariyan de, desthilatdariya AK Partiya mezintirîn şikestin di dîroka de ji sala 2002an ve xwar. Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, hilbijartinên 31 Adarê ne dawiye û ewê rêzê li îradeya gelê xwe bigIrin.

Erdogan got: “9 meh piştî serketinên me yên 14 û 28 Gulanê, mixabin di hilbijartinên herêmî de me nekarî encama ku me hêvî dikir û dixwest bidest bixin.”

Herwiha got: “Hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ji bo me ne dawî ye, di rastiyê de xala zivirînê ye. Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de gelê Tirkiyeyê careke din sindoqên dengdanê bikar anîn û peyamên xwe gehandin siyasetmedaran. Encamên çi bin, di serî de serketina vê hilbijartinê ji demokrasiya me re ye.”

Li gor encamên destpêkê namzedên CHPê li bajarên mezin weke Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalyayê serkeftineke mezin tomar kirine.

Serokê CHPê behsa siyaseteke nû li Tirkiyeyê kir û got, gelê wan xwest wêneyê ku ev 22 sal in li Tirkiyeyê heye biguherin.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê dabû xuyakirin, ji sedî 99.99 ê dengan hatine hejmartin û li gor encamên nefermî, CHP 35, AK Partî 24 û DEM Partî 10 şaredariyên mezin û yên bajaran bidest xistine.