Elî Hisên: Amerîka nîgeraniyên PDKyê li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê fêm dike

Elî Hisên
Elî Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Silêmanî û Helebceyê amajeyê dide, “Neteweyên Yekgirtî û Hevpeymaniya Navdewletî û heta Amerîka jî nîgeraniyên PDKyê li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê fêm dikin”. Herwesa dibêje, “Hilbijartin bi wî awayê ku dîzayna pêşwext jê re hatiye kirin di berjewendiya Kurdistanê û paşeroja piroseya siyasî de nîne”.

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Silêmanî û Helebceyê Elî Hisên îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Serok Barzanî her ji piştî serhildanê tekez kiriye ku divê xelkê Kurdistanê bi awayekî demokratîk hilbijartinan bike”.

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Silêmanî û Helebceyê amaje jî da, “PDK her ji sala 1992ê heta dawî hilbijartinên Îraqê ku li Cotmeha 2021ê hatin kirin li rêz yekê bû”.

Elî Hisên tekekz jî kir, “PDKyê berdewam tekez kiriye ku divê piroseya hilbijartinan li Kurdistanê bi awayekî demokratîk be”. Herwesa got, “PDK di du salên borî de serekîtirîn aliyê siyasî bû ku tekez li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikir”.

Elî Hisên ron jî kir, “Tevaya xelkê Kurdistanê û konsulxaneyên welatan û Neteweyên Yekgirtî jî şahid in ku PDK sedema paşxistina hilbijartinan nebû, belkî ew alî sedem bû yê ku ecêndayên din têkelî hilbijartinan kirin”.

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Silêmanî û Helebceyê herwesa got, “PDK bi piroseya hilbijartinan a bi awayekî şefaf re ye ku nûnerîtiya tevaya pêkhatên Kurditanê bike û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê biparêze û rêyê nede ku ecêndayên herêmî têkelî mijara hilbijartinan bên kirin ku dîzayna pêşwext jê re hatiye kirin”.

Elî Hisên bal kêşa ser wê yekê jî ku naveroka ecêndaya Îraqî û herêmî girêdayî biryarên Dadgeha Federalî ye ku cihê perleman û dezgehên din jî girtiye.

Navbirî eşkere jî kir, “Neteweyên Yekgirtî û Hevpeymaniya Navdewletî û heta Amerîka jî nîgeraniyên PDKyê li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê fêm dikin, bi wî awayê sepandî yê ku heye û PDK red dike”.

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Silêmanî û Helebceyê amaje jî da, “Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wê rastiyê dizanin ku hilbijartin bê PDKyê serkeftî nabin, lê ji ber cemawerê xwe divê helwesteka cuda ji ya PDKyê nîşan bidin”.