Serok Barzanî: Pêwîst e hikûmeta Iraqê mal û milkên Kurdên Feylî vegerîne û wan qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de dibêje, Sûcê wan tenê piştgirîkirina şoreş û tevgera rizgarîxwaza Kurd û Kurdbûna wan bû û bi pêwîst jî dizane ku hikûmeta Iraqê wan qerebû bike.

Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Nîsanê di peyamekê de ragihand, “Xwişk û birayên Kurdên Feylî di nava dewleta Iraqê de gelek êş û azar dîtine. Sûcê wan tenê piştgirîkirina şoreş û tevgera rizgarîxwaza Kurd û Kurdbûna wan bû. Derkirin û jêstandina nasnameyê ji sedhezaran xwişk û birayên Kurdên Feylî û windakirina bi hezaran ciwanên Feylî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve tawan û zulmeke mezin bû, ku beşek ji zincîreya tawanên rêkxistî yên ku ji aliyê hikûmetên Iraqî yên li yek li dû yekê ji bo  helandin û jinavbirina gelê Kurdistanê kirine.”

Serok Barzanî tekez dike, “Pêwîst e Hikûmeta Federal a Iraqê erkên xwe yên ji bo vegerandina mal, nasname, qerebûkirin û nehîştina mîrateya jenosîda Kurdên Feylî cibicî bike.”

Herwiha got jî: “Di bîranîna 44’emîn saliya jenosîda Kurdên Feylî, silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê dişînin. Rol û dilsoziya xwişk û birayên Feylî ji doza neteweya xwe û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê re ti carî nayê jibîrkirin.”