Qeladizeyî: YNK bû sedema birêveneçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema diyarkirî de

Hemîd Qeladizeyî
Hemîd Qeladizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Kargêrê Pişka Hilbijartinan a PDKyê radigehîne, “YNK du salan sedem bû ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de neyên kirin”. Serokê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî jî sedema paşxistina hilbijartinan dixe stûyê YNKyê”.

Tevî bizavên qanûnî rêgiriyên siyasî jî sedemên paşxistina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ne, YNKyê berî biryarên nedestûrî yên Dadgeha Federalî du salan rê li birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê girt, herwesa tekezkirina YNKyê ji bo birêveçûna hilbijartinan goman li ba piraniya aliyên siyasî çê kiriye.

Kargêrê Pişka Hilbijartinan a PDKyê Hemîd Qeladizeyî ji K24ê re ragehand, “Hin alî bi dîzayneke pêşwext daxwaza birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin. Heta mîn neyên pûçkirin, PDK tevlî hilbijartinan nabe”.

Tekezkirina PDKyê di çarekirina arêşeyên girêdayî hilbijartinan de hêviyek xistiye dilî pêkhatan, ew dixwazin kursiyên wan jê re bên vegerandin û çavê wan li encamên danûstandinan e.

Sikirtêrê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî Mihemed Sededîn jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “YNK li Perlemana Kurdistanê bû sedema wê yekê ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de neyên kirin, herwesa ew skalaya ku li Dadgeha Federalî tomar kiribû jî bû sedema çêbûna arêşeyan ji bo kursiyên kutayan”.