Mitsola ji K24ê re: Sepandina sizayan li ser Îranê bi yekdengî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Parlementoya Yekîtiya Ewropayê got, sepandina sizayan li ser sektora dron û mûşekan ya Îranê, biryareke yekdengî ya welatên Yekîtiya Ewropayê ye.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Mitsola ji K24ê re ragihand, ew pêwîst dibînin ku dorpêçan li ser Îranê bisepînin, ji ber wê jî ew yek kirine.

Mitsola da zanîn jî, sepandina cezayên li ser Îranê biryarek bû ku bi piraniya dengan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hat dayîn.

Got jî: “Sepandina sizayan li ser sektora dron û mûşekan ya Îranê pêwîst û hinceta wê hebû. Ev jî rêyek e ku Parlamentoya Ewropayê hertim kar li ser kiriye û dê di paşerojê de jî li ser rêya wê berdewam be.”

Ev daxuyaniya Mitsola piştî wê tê, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel duhî çarşemê ragihand, Yekîtiya Ewropayê biryar da ku sizayên nû li ser sektora hilberînerên dron û mûşekan Îranê bisepîne.

Michel di dawiya lûtkeya Brukselê de ku serkirdeyên 27 welatên endam tê de beşdar bûbûn got: “Me biryar da ku sizayan li ser Îranê bisepînin. Piştî êrîşa bêmînak a Îranê li ser Îsraîlê, me xwest peyameke zelal bigihînin Komara Îslamî ya Îranê.”

Artêşa Îsraîlê ragihand, Îranê zêdetirî 300 dron û mûşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan xistine xwarê. Da zanîn jî, beşek ji wan dron û mûşek ji bilî ji Îranê, ji Iraq û Yemenê ve jî hatibûn avêtin.