HSDê 38 çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê girtin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di operasyoneke ewlehiyê de, 38 çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, tîmên operasyona taybet a HSDê û bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, duhî 20ê Nîsanê operasiyoneke ewlekariyê ya berfireh li derdora bajarê Hesekê pêk anîn.

Diyar kir jî, di operasyonê de 38 bergumanên şaneyên terorîst ên DAIŞê hatin girtin. Herwiha hejmarek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî devera di destê DAIŞê de li Sûriyê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.

Li gorî raporên medyayî jî, ji destpêka îsal ve, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî 14 operasyon pêk anîne û tê de, hejmarek ji çekdarên DAIŞê girtine.