Ewadî: Baweriyeke zêde bo çarekirina pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li Bexdayê heye

Basim Ewadî
Basim Ewadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê amajeyê dide, “Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Bexdayê giring û dîrokî ye”. Herwesa dibêje, “Baweriyeke zêde ji bo çarekirina pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li Bexdayê heye”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî îro (Duşem, 22.04.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Bexdayê giring û dîrokî ye û ji bo werçerxaneke dîrokî di peywendiyên dualî yên navbera Bexda û Enqereyê de destpêkek e”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê herwesa got, “Ev peywendî ser ji nû ve dest pê dikin, bi awayekî ku ev peywendî tekezê li ser dozên ewlehî, avê, bazirganî, çandinê û çend dozên din dikin”.

Basim Ewadî bal kêşa ser wê yekê jî ku danûstandin li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û deriyan kirine.

Navbirî herwesa got, “Herêma Kurdistanê pareke gelek giring a cografiya Îraqê ye û tevaya lihevguhertinên bazirganî yên Îraqê bi rêya Herêma Kurdistanê dibin û li paşerojê jî Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce dê bikevin nav pirojeya Rêya Geşepêdanê.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê ron jî kir, “Mimkin e lihevkirineke ewlehiyê ya wekî lihevkirina Îraq û Îranê, bi Tirkiyeyê re jî bê îmzakirin. Di vê çarçoveyê de jî, PKKyî dê nekarin li Îraqê kiryarên serbazî bikin û dê bibin penaberên siyasî û Neteweyên Yekgirtî dê serperiştiyê bikin”.

Basim Ewadî di derheqa petrola Herêma Kurdistanê de jî got, “Gelek danûstandin hatine kirin û baweriyeke zêde bo çarekirina wê pirsê li Bexdayê heye, vê yekê jî peywendî bi bihayê kirêya wan kompaniyan ve heye yên ku li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kar dikin”.

Navbirî tekez jî kir, “Eger perleman wî bihayî çare bike, hingê hikûmet dê nekare rêyê li hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bigire û dê ji bo çarekirineke ketwarî û qanûnî kar bikin”.