Li qerexa çemê Dîcleyê segekî avê ku nifşê wî diqede hat dîtin

Li qerexa çemê Dîcleyê segekî avê ku nifşê wî diqede hat dîtin
Li qerexa çemê Dîcleyê segekî avê ku nifşê wî diqede hat dîtin

Diyarbekir (K24) - Şevêdî (Çarşem, 24.04.2024) li Diyarbekirê û li qerexa Çemê Dîcleyê, segekî avê ku nifşê wî li ber qedandinê ye hat dîtin. Dîmenên ku segê avê ketiye nav qeyîka masîgirî û masiyan dixwe, ji aliyê welatiyekî ve hatin kişandin.

Li derdora Pira Dehderî ya Diyarbekirê, di saetên şevê de hat dîtin ku segekî avê di nav qeyîkê de masiyan dixwe. Li ser vê yekê welatiyê bi navê Ferat Karagoz, ku li qerexa Çemê Dîcleyê xwediyê kafeteryayê ye û ji bo xwe birkeke biçûk a masiyan çê kiriye, rastî van dîmenan hat û bi telefona destan ew kêliyên segê avê qeyd kirin.

Ferat Karagoz da zanîn ku ev segê avê hînî masiyên birka avê bûye û her tim tê ku masiyan bixwe. Ji ber ku wî ev yek ferq kiriye, loma bi telefonê li benda vî ajalê ku nifşê wî li ber qedandinê ye maye û dîmenên wî qeyd kirine.