Konsulê Îtalyayê û Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê hejmareke pirojeyan îmza dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Dezgeha Alîkariyê ya Îtalyayê hejmareke pirojeyan îmza kiriye”.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Michele Camerota îro (Pêncşem, 25.04.2024) di konfiransekî rojnamevanî de ragehand, “Hejmareke lihevkirinan ji bo pirojeyekî hatine îmzakirin ku ji dûr ve Dezgeha Alîkariyê ya Îtalyayê xerciyên wê dabîn dike”.

Michele Camerota herwesa got, “Ez dixwazim spasiya Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikim ku rasterast piştevaniya wê pirojeyê kiriye û ev jî giringiyê dide pêşkeftin û serxistina wê pirojeyê”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Me piroje-yadaştnameyên herî giring pêşkêş kirine ji bo ku welatî feydeyî ji wan xizmetkariyan werbigirin ên ku li nexweşxaneyan pêşkêşî wan tên kirin”.