Serokê Dadgeha Federal: Pêwîst e beşdariya hemû aliyan di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hebe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dadgeha Federal a Iraqê û Balyoza Amerîkayê li Iraqê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de civiyan û tekezî li ser beşdariya çalak a hemû aliyan kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Dadgeha Bilind a Federal, Serokê Dadgeha Federal Casim Ebûd bi Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski re civiya û gotûbêj derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de kirin.

Di daxuyaniyê de hat, “Serokê Dadgeha Federalî ya Iraqê tekezî li ser dîtina çareseriyên pêwîst ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî dadperwerane kir.” Herwiha got: “Pêwîst e hilbijartin bi awayekî be ku hemû alî beşdariyeke aktîf tê de bikin.”

Li gor zaniyariyên K24ê, çendîn pêşniyar hatine pêşkêşkirin ji bo têbîniyên PDK û pêkhateyan li ser hilbijartinan li ber çav werin girtin û rojeke nû ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bê diyarkirin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata 2024an de bihatine kirin, lê Dadgeha Federalî li roja 21.02.2024, biryar li ser skalaya ji aliyê YNKê ve dabû, li gorî wê biryarê jî 11 kursiyên kuta yên ji bo pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê hat hilweşandin û hejmara kursiyan ji 111 bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Polîtburoya PDKê jî roja 18ê Adara borî li ser biryara Dadgeha Federal di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji bo berjewenda gel û niştîmanê xwe neçe bin barê pejirandina biryareke nedestûrî û sîstemeke sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û û tevlî hilbijartinekê nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeke sepandî bê kirin.