Yekem gera hevbeş a Amerîkî – Tirkî li “herêma ewle” dest pê kir

Piştî rêkeftina di navbera wan de li ser “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê, îro yekem gera hevbeş a Amerîkî û Tirkî destpê kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rêkeftina di navbera wan de li ser “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê, îro yekem gera hevbeş a Amerîkî û Tirkî destpê kir.

Îro di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de, li rojhilatê Firatê gera hevbeş a hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê destpê dike. Bi vê armancê hejmarek otomobîlên leşkerî yên Tirkiyeyê ji bajarokê Akçakaleyê derbasî rojhilatê Firatê bûn.

Gera hevbeş a Amerîkî û Tirkî di navbera gundên Heşîşe û Nus Tel li rojhilatê Girê Sipî digere û di nava karwana leşkerî ya Tirkiyê de otomobîlên wekî sinyalan dibire, krên û ambûlans jî hene.

Li gor zanyariyên medyayî, ew gera hevbeş 2 demjimêran berdewam dike û piştre hêzên Tirkî dê vegerin nava xaka Tirkiyê.

Piştî Amerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle li rojhilatê Firatî li hev kirin, biryar dan bi hev re gerên hevbeş li wê herêmê bikin û çavdêriya ewlehiyê li herêmê bikin.

Ev yek di demekê de tê, duhî di çarçova bicihkirina rêkeftina “herêma ewle” de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Girê Spî gereke çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê encam da û dest bi rakirina satire axê yên li gundê Heşîşe (30 K.M rojhilatê Girê Sipî) kirin.

Berî çend rojan jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPD) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) hêz û çekên xwe ji navçeya sînorî bidûr xistinibûn.

 

 

S. B