Li Diyarbekirê çalakiyên hunerî dest pê kir

Li Parka Koşûyolû ya Diyarbekirê, çalakiyên hunerî dest pê kir. Çalakiya destpêkê; ji aliyê Rêveberên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve bi bernameyeke hunerî, hat lidarxistin

K24-Amed

Li Parka Koşûyolû ya Diyarbekirê, çalakiyên hunerî dest pê kir. Çalakiya destpêkê; ji aliyê Rêveberên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve bi bernameyeke hunerî, hat lidarxistin. Ji bo bernameya ku dê ji 20'ê Tîrmehê heta 18'ê Tebaxê bidome, li nav Parka Koşûyolû dikek hat çêkirin û di vê pêvajoyê de dê gelek çalakî werin rêvebirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli got; dê çalakiyên ji bo çand, huner û Zimanê Kurdî bê navber dewam bikin.

Adnan Selçûk Mizrakli-hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, got:"Pêdiviya vî welatî bi van coşan heye. Pêdiviya Diyarbekirê jî bi van coşan hebû. Dema mirov pêdiviyan rast tespît bike, mirov dikare were cem hev. Mirov bi muzîkê dikarin werin cem hev, bi coşa govendê dikarin werin cem hev; lê ya herî girîng  jî ew e ku dil werin cem hev, ev jî hêviyan zêdetir dike."

Beşdariya welatiyan a ji bo bernameyê gelek zêde bû. Bi taybetî ciwanan xwe li dengê stranên Kurdî kişandin û bi saetên ber bi şevê re beşdarî zêdetir bû. Bernameya destpêkê, tenê bi muzîkê hat dagirtin. Ji bo destpêka bernameyê, hunermendê Kurd Hîvron jî beşdarî kir. Hunermendê Kurd da zanîn ku pêdiviya civakê bi çalakiyên hunerî gelek zêde bûye û bernameyên bi vî rengî çiqas zêde bin; dê aramiya nav civaka Kurd ewqas zêde bibe.

Hîvron-Hunermend, got:"Di dîroka me de hem êşên me hem jî dîroka me di nav hev de ye. Divê em tu carî bi êşên xwe re ranewestin. Divê em ji bo xweşiyê hewil bidin ku em dikarin çawa vî welatî xweş bikin, em welat çawa baş bikin û em welat çawa bi pêş ve bibin; divê em bi wê ferasetê tevbigerin. Tiştê ku civak pê diêşe, cîhanê diêşîne. Em hêvî dikim ku car din li vî welatî kes êşê nekişîne."

Dengê awaz û stranên Kurdî heta derengê şevê di nav taxê de olan da. Ji ber ku germa havînê li Diyarbekirê jî bi bandor e; çalakiya li parkê hat kirin, ji ber hênikbûnê jî rastî kêfxweşiyê hat. Bername ji 12 çalakiyan pêk tê; di nav bernameyê de ji şanoyê heta belgefîlman, ji dengbêjiyê heta gotûbêjan; gelek çalakiyên cihêreng hene. Bername êvaran saet di 19:00'an de dest pê dike û heta 22:00'yan didome. Ji ber ku bername li derve bû, bi awayê seyranî derbas bû. Ciwanan jî destpêka bernameyê, bi govend û dîlanê pêşwazî kir.