Keneda: Heke Îraq daxwaz bike, Eme hêzên xwe dê vekişînîn

Hikumeta Kenedayê radigehîne, heke hikumeta Îraqê daxwaz bike, dê hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.

K24- Hewlêr

Hikumeta Kenedayê radigehîne, heke hikumeta Îraqê daxwaz bike, dê hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.

Wezîrê berevanîya Kenedayê, Hercît Sacan, derbarê egera vekişandina hêzên welatê xwe ji Îraqê ragehand, heya niha hêzên wan li ser karê xwe berdewam in û heke hikumeta Îraqê bi fermî daxwaz ji wan bike, Keneda rêzê li biryara hikumeta Îraqê digire û hêzên xwe dê vekişînin.

Herweha wezîrê berevanîya Kenedayê got jî: Bêguman hikumeta Bexdayê ji hebûna hêzên Emerîkayê li Îraqê dilgirane û Emerîka jî wek endam di Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê, danûstandinan li gel Bexdayê dike bo nehêştina wan dilgiranîyan.