Li xwenîşandanên Bexdayê 8 kes birîndar bûn
K24- Hewlêr
Li xwenîşandanên Bexdayê 8 kes birîndar bûn û tevaya rê yên çûne nac qada Teyeran hatin daxistin.
Mêdya yên Îraqê belav kirine, ku evro Yekşembîyê 19/1/2020 pevçûn di navebra xwepîşanderên bajarê Bexdayê û hêzên ewlekarîyê de rûda û bi sedema wê yekê jî, 8 kes birîndar bûn.
Hevdem hêzên ewlekarîyê bo rêgirtinê ji berfirehbûna xwenîşandanan tevaya rêyên diçin qada Teyeran li naverasta Bexdayê daxistin.
Li parêzgeha Dîwanîye jî, hêzên ewlekarîyê xistin di amadebaşîyê de û li Necef û Babil jî xwenîşanderan 3 rêj dayîne hikumetê daku daxwazîyên wan bicih bike.