PAK û PSK'ê ser tıfaqa neteweyî ya Kurd cıvîneke encam dan

Partîya Azadîya Kurdistanê û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê li Dîyarbekrê li ser tifaqa neteweyî ya Kurd civînek pêk anîn. Di cvînê de hat amajekirin ku Kurd û Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî de ye û li hemberî vê yekê, pêkanîna tifaqeke berifireha neteweyî û demokratîk berpirsyarêyeke dîrokî ye.

K24- Amed

Li Dîyarbekrê bi beşdarîya serok û rêveberên PAK û PSKê, nivîskar û lêkolîner û welatperwerên kurd, li ser tifaqa neteweyî ya Kurd civînek berifireh hat kirin.

Di civînê de li ser mijarên wekî armanca tifaqa neteweyî û nexşerêya tifaqa neteweyî nîqaş hatin kirin.  Li gorî nirxandina rêveberên PAK û PSKê, divê di serî de Kurd di nava xwe de tifaq bin û ji bo paraztina destkeftîyên xwe li ser esasên neteweyî bi hevre bixebitin.