Serokwezîrê Iraqê: Rêjîma Beis a Sedam komkujî li hember gelê Kurd kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî bi boneya derbasbûna 31 sal di ser kîmyabarab Helebce ji aliyê rêjîma berê yê Iraqê ve, serxweşiyê li gelê Kurdistanê dike û dibêje: “Îro salvegera karesata Helebce bibîr tînin, ew tawan rojek reş a din e di tomarên tawanên rêjîma Beis a Sedam de di derheqê gelê Kurd de ye, gelê Kurd wek Iraqiyên din rûbirûyî kuştin, wêrankirin û komkujiyê bûne.”
Herwiha dibêje: “Di van rojan de em wê tawanê bibîr tînin, ku ti demekê ji bîr naçe. Ew birîn hat kirin, dema diktator bi gaza kîmyayî êrîşî ser xelkê bêtawan kir û komkujî encam da. Wê tawanê mirovahî û wîjdana cîhanê hejand. ew tawan rojek reş a din e di tomarên tawanên rêjîma Beis a Sedam de di derheqê gelê Kurd de ye.”
Herwiha dibêje: “Helebce sembola fîdekarî û şahidhalek li ser tawana dirinde ya dîktatoriyetê dimîne. Serxweşiya me ew e piştî trajediya Helebce jî gelê Iraqê bi hemû pêkhateyên xwe li hember diktator rawestiya.”
Serokwezîrê Iraqê dibêje: “Ji şehîdên Helebce re avrazî û nemiriyê û ji malbatên wan re şanazî û aramiyê dixwazin. Serxweşiyê li gelê Kurd dikim ku qurbanî dan ji bo xwîna wan tevlî xwîna hemû şehîdên Iraqê bibe ji bo azadî, demokrasiyê û jiyana hevbeş di Iraqeke yekgirtî û serbixwe de.”
S. B