Artêşa Tirkiyê hêzên dişîne sînorê Efrîn û Idlibê

Artêşa Tirkiyê, gelek tank û zirîpoş dişîne ser sînorê Efrîn û Îdlibê û 42 otombîlên serbazî jî derbasî Idlibê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê, gelek tank û zirîpoş dişîne ser sînorê Efrîn û Îdlibê û 42 otombîlên serbazî jî derbasî Idlibê kirin.

Gelek tank û zirîpoşên ku ji deverên cuda yên Tirkiyê hatibûn şandin, gihîştin Hatayê. Li gor agahiyan zirîpoş bo navçeya Reyhanlî hatin şandin û li ser sînorê Efrîn û Îdlibê tên bicîhkirin.

Hikûmeta Tirkiyê, ji ber êrîşên artêşa Sûriyê, li ser sînorê Hatayê, bergiriyên xwe zêde kirine û hewl tê dayîn, li aliyê Îdlibê hin kampên demkî ava bike.

Arteşa Tirkiyê, beriya çend rojan jî, gelek hêz û alavên serbazî bo Cerablus û Efrînê şandibûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, karwaneke serbazî ya nû ku ji 42 otombîlên serbazî pêk dihat derbasî Idlibê kirin.

 

S. B