Firansa Şarl Dîgol dişîne Rojhelata Navîn
K24- Hewlêr
Serokê Firansayê, Îmanoyîl Makron birîyar da, gemîya firokehelgira serbazîya welatê xwe Şarl Dîgol bişîne Rojhelata Navîn.
Biryare ji vê mehê heya Nîsana dahatî ew gemî ya serbazî ya Firansayê li devera Rojhelata Navîn dibe daku piştîvanîyê li pirose ya serbazî ya Firansayê bike.
Şandina wê gemîya mezin a supayê Firansayê bo Rojhelata Navîn, hevdem e li gel berfirehbûna girjîyên di navbera Îran û Emerîkayê de.