Karvedanên hilbijartina Stenbolê

Li Tirkiyê hilbijartina şaredariya bajarê mezin a Stenbolê ku ji ber nerazîbûna partiya Deshilatdar Ak Partiyê hatibû betalkirin careke din hate lidarxistin. Namzedê tifaqa Miletê Ku ji CHP û Partiya Îyî pêk tê Ekrem Îmamoglu careke din hemberî Namzedê Tifaqa Cumhurê ku Ji Ak Partî û partiya netewperest MHPê pêk tê Bînalî Yildirim ser ket.

K24-Ankara

Li Tirkiyê hilbijartina şaredariya bajarê mezin a Stenbolê ku ji ber nerazîbûna partiya Deshilatdar Ak Partiyê hatibû betalkirin careke din hate lidarxistin. Namzedê tifaqa Miletê Ku ji CHP û Partiya Îyî pêk tê Ekrem Îmamoglu careke din hemberî Namzedê Tifaqa Cumhurê ku Ji Ak Partî û partiya netewperest MHPê pêk tê Bînalî Yildirim ser ket. Gelo îro şûn de di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de dê guherînên çawa xwe bidin der? Li gorî hin pisporan partiyên nû dê bi biryarî damezrandina xwe eşkere bikin. Hin pispor jî dibêjin sistema serokkomarî û egera hilbijartineke giştî ya pêşwext dê bê nîqaşkirin.

Li Tirkiyê Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ku bi biryara Lijneya Hilbijartina Bilind hatibû betalkirin, di 23ê Hezîranê de careke din hate lidarxistin. Li gorî encamên ne fermî namzedê tifaqa milatê Ekrem Îmamoglu bi rêjeya ji sedî 54.21 4 milyon 741 hezar û 868 deng, Binalî Yildirim jî bi rêjeya ji sedî 44.99, 3 milyon935 hezar û 453 deng bidest xist. Li gorî van encamên nefermî Ekrem Îmamoglu serokê nû yê şaredariya bajrê Mezin ya Stenbolê ye û bi vê yekê Heta heyameke dirêj hilbijartin li Tirkiyê xuya nakin.

Gelo niha di rojev siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de çi mijar hene û guherînên çawa dê xwe bidin der li Tirkiyê?

Li gorî seroka kompanyeya rapirsiya DÎENê Tacîre Baktaş li gel politikaya derve di poltîkaya navxweyî de jî rojên ger mli pêşiya Tirkiyê ne.

Tacîre baktaş- seroka kompanyeya DÎENê, dibêje: Di şexsê civatê de mijarên ku nerazîbûn li ser hene dê hemû bên axaftin û nîqaşkirin. Di serî de pêşiya Tirkiyê qeyrana aboriyê heye, ligel vê yekê kêşeyên bi Amerîkayê re, rojhelatê Deryaya Spî û Sûriyê pêşiya Tirkiyê ne. Herwiha piştî encamên hilbijartina Stenbolê êdî partiyên nû jî dê bi biryarî damezrandina xwe eşkere bikin û niha hewla wê yekê tê dayîn. Ak Partî êdî naçarî dê zimanê xwe yê tund biguhere."

Bi encamên hilbijartina Stenbolê niha bajarên mezin yên weke Enqere, Izmîr, Stenbolê, Edene, Mersîn û Antalya ji destê partiya deshilatdar ak partiyê derketin û mûxalefetê bi dest xistine ji loma jî tê gotin tifaqa ak partî û MHPê, sistema serokkomarî û hilbijartineke pêşwext ya giştî dê bi awayekî cidî bê nîqaşkirin.

Mete Kaan Kaynar –siyasetzan, got:"Li hemberî tifaqa AKP û MHPê muxalefeteke civakî hate avakirin û serkeftinek bidestxistin. Bêgûman îro şûn de di nava AKP û MHPê de dê nîqaşa tifaqa Cumhur bê kirin û eger heye berev bi hilveşînê ve biçe ev tifaq. Ligel vê yekê pergala serokkomarî û hilbijartineke giştî ya pêşwext jî hem ji aliyê partiyên mûxalefetê hem jî ji aliyê raya giştî ve dê bi awayeke cidî û berfireh bê nîqaşkirin. Di hilbijartinên herêmî de Deshilat êdî bûye muxalefet û lawaz bûye."

Piştî ku encamên fermî hatin ragihandin û mazbateya Ekrem Îmamoglu hate dayî dê dest bi kare xwe bike. Û mijar tê meraqkirin ew e gelo Ekrem Îmamoglu dê Qursa Zimanê Kurdî weke yan na? Pispor dibêjin pêwîste Îmamoglu bi wekirina qursên Kurdî spasiya xwe ji Kurdan bike.