HDP: Me nameya Ocalan rast nirxandiye

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî radigihîne, wan nameya Ebdula Ocalan rast nirxandine û ji ber vê yekê jî li Stenbolê ev encam hatiye girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî radigihîne, wan nameya Ebdula Ocalan rast nirxandine û ji ber vê yekê jî li Stenbolê ev encam hatiye girtin.

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî, bo malpera Almanî Doçe Welle Axivî û got, di hilbijartinên Stenbolê de dengderên Kurd roleke sereke lîstine û ew nêzîkatiya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî erênî dibînin.

Temelî got, desthilat li şûna ku pirsan çareser bike, xwe bi HDPê ve mijûl dike û da zanîn, wan nameya Ebdula Ocalan rast nirxandine û ji ber vê yekê jî li Stenbolê ev encam hatiye girtin.

Hevserokê HDPê dibêje, pirsa Kurdî pirsgirêka sereke ya Tirkiyê ye û aliyên nikaribin vê çareser bikin, nikarin di desthilatê de bimînin.

Da xuyakirin, sîstema rêveberiya Tirkiyê xetimî ye û divê çêkirina destûreke nû were rojevê.

 

S. B