Li rojavayê Iraqê gorek bikomî hat dîtin

Li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê, goreke bikomî hat dîtin, di gorê de hestiyên bi sedan qurbaniyan hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê, goreke bikomî hat dîtin, di gorê de hestiyên bi sedan qurbaniyan hene.

Dezgeha Şehîdan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, li gundê Feyaz ê ser bi qezaya Felûce ve di dema kolandina cogeyeke avê bo zeviyên çendiniyê de, goreke bikomî hate dîtin.

Diyar kir jî, dîroka gora bikomî vegdigere sala 2016an û termê 643 kesan tê de ne û tê gûmankirin qurbaniyên wê gorê ji eşîra Mihamîd bin û ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibin kuştin.

Li gor hatiye ragihandin, li ser piraniya qaf û hestiyan kun hebûn. Herwiha cilûbergên sivîlan hebûn ku di nava wan de zarok jî hene.

 

S. B