Abdulmehdî: Cudahiyê di navbeyna herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de nakin

Serokwezîrê Iraqê radighîne, lêpirsîn digel Herêma Kurdistanê, derbarê dahata petrolê bi rêya birîna mûçeya fermanberan nabe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê radighîne, lêpirsîn digel Herêma Kurdistanê, derbarê dahata petrolê bi rêya birîna mûçeya fermanberan nabe.

Di hevpeyvîneke rojnamevanî de, Serokwezîrên Îraqê Adil Ebdulmehdî red kir, ku cudahî di navbera parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê de hebe û got, hemû wek hev in.

Herweha Serokwezîrê Îraqê, derbarê çawaniya serederîkirina digel Herêma Kurdistanê got, lêpirsîn digel Herêmê derbarê dahata petrolê bi rêya pirsa mûçeya fermanberan nabe û tekez jî kir, yasaya budceyê wek xwe bicîh bikin û got, ew dixwazin hemû welatiyên Îraqê bi awayekî baş bijîn.

Derbarê pirsa Heşda Şebî û têkelkirina digel hêzên Ewlekarî yên Îraqê, Abdulmehdî got, dest bi bicîhkirina biryarê dikin û red kir, ku ti givaşek di wê derbarê de hebe.

 

 

 C.B