Li Wanê jî 2 muxtar jikar hatin dûrxistin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, 2 muxtarên ku di dengdana 31ê Adarê de, hatibûn hilbijartin, jikar hatin dûrxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê,  2 muxtarên ku di dengdana 31ê Adarê de, hatibûn hilbijartin, jikar hatin dûrxistin.

Li Bajarê Wanê, muxtarên taxên Suphanê û Şabaniyê Ayhan Komî û Çetîn Bilir, bi fermana Wezareta Navxweyî erk ji destên wan hate stendin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê di dewsa Muxtarên HDPê de, Endamên Partiya xwe AKPê, bicîh kirin.

Ev biryara Wezareta Navxweyî ji aliyê Qeymeqamê Edremîtê ve, bi rêya telefonê ji wan re hatiye ragihandin.

Beriya demêkê, 10 Muxtar li navçeya Diyarbekir Licê jikar hatibûn dûrxistin.

 

 

 

C.B