Rêveberiya Xweser zarokekî DAIŞê radestî Danîmarkê kir

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser zarokekî DAIŞê yên Danîmarkî radestî wî welatî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser zarokekî DAIŞê yên Danîmarkî radestî wî welatî kir.

Rêveberê Karûbarên Konsolxaneya di Wezareta Derve ya Danîmarkê de Kristofer Vivek serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Hevserokatiya Desteya Pêwendiyên Derve û hejmarek ji berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya.

Di civînê de, berpirsên Rêveberiya Xweser daxwaz ji Hikûmeta Danîmarkê kir, mîkanîzma vegera malbatên DAIŞê yên biyanî ji bo welatên wan bibîne.

Herwiha di serdanê de, Rêveberiya Xweser zarokekî DAIŞê ji regeza Danîmarkî radestî Kristofer Vivek kir.

Zarokê DAIŞî 13 salî û bi navê Mihemed Şicîc e, bavê çekdarekî DAIŞê bû û di şer de hatibû kuştin, bi şanda Danîmarkî re derbasî Herêma Kurdistanê bû, ji bo di piştre bo Danîmarkê bê veguhastin.

Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Austiralyayê jî ragihand, wan ji bo cara yekem 8 zarokên DAIŞê yê Austiralî ji Rêveberiya Xweser wergirtibûn.

 

S. B