Demîrtaş sersaxiyê li HUDA-PARê dike

Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş peyama sersaxiyê ji bo wefata Cîgirê Serokê HUDA-PAR ê Mehmed Yavuz bi rê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş peyama sersaxiyê ji bo wefata Cîgirê Serokê HUDA-PAR ê Mehmed Yavuz bi rê kir.

Bi boneya koça dawiyê ya Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Mehmed Yavuz, Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş Selahadîn Demîrtaş ji girtîgeha Edirneyê ve peyama sersaxiyê ji HUDA-PARê re şand.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha dibêje: "Mehmed Yavuz çûye ber rehma xwedayê mezin û cihê wî bihuşt be. Ji malbata wî û derdorên wî re sersaxiyê dixazim.  Hêvîdar in gelê me di rojên xweşî û nexweşiyan de di nav tifaqê de bin û silav û rêz û silavên xwe ji birayên xwe re dişînim."

Roja 9ê vê mehê Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Mehmed Yavuz koça dawiyê kiribû.