Amerîka: Her kes pêbendî sizayên li dijî Îranê nebe wê bê sizadan

Wezîrê Derve yê Amerîka: Îran gefeke rasterê ye li ser Amerîka û em ji bîr nakin ku destê Qasim Silêmanî bi xwîna welatiyên Amerîkî sor bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di kongireyekî rojnamevanî de, her yek ji Wezîrê Derve û Wezîrê Gencîneya Amerîkî naveroka qunaxa diwem a sizayên Amerîkî li ser Îranê ragihandin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez kir, ku ew rijd in li ser sepandina sizayan li dijî Îranê û her welat yan kesek pêbendî wan sizayan nebe, wê Amerîka bi tundî wan siza bide.

Mike Pompeo got: Bi sedema sizayên li ser Îranê, rojane hinardeya petrola Taranê ji bo bazarên cîhanî, yek milyon bermîl kêm dibe û emê bizavên xwe berdewam bikin heya ku em hinardeya petrola Îranê bigehînin astê sifir.

Pompeo got jî: Me biryar daye heft pirogramên navokî yên Îranê siza bidin û bi vê yekê Îran wê nikaribe ti carî çekên navokî berhem bîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka behsa wê yekê jî kir, ku ewê hemû bizavan bikin heya ku abûriya Supaya Pasdaran pûç bikin û got: Îran gefeke rasterê ye li ser Amerîka û em ji bîr nakin ku destê Qasim Silêmanî bi xwîna welatiyên Amerîkî sor bûye.

N.O