MSD li gel wezareta derve ya Danîmarkê civîya
K24- Hewlêr
Şandeke Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) li gel wezareta derve ya Danîmarkê civîya.
Mêdyayên nêzîk ji Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) belavkirye, ku şandeke Encûmena Sûriya Demokrat ku pêkhatibû ji hevserokê wê Riyad Derar û seroka desteya cîbcîkar a wê encûmenê li Danîmark li gel wezîrê derve yê wî welatî civîyan û behsa rewşa dawîyê yi rojavaya Kurdistanê kirin.
Di wê civînê de, Encûmena Sûriya Demokrat daxwaza tevlîbûna wan di prosêsa sîyasîya Sûriya de kirîne herweha behsa binpêkirinên Tirkyê û êrîşên wê li djî bakura rojhlata Sûriyê kirîne.
Li gor ku hatîye belavkirin wezîrê derve yê Danîmark ji şanda mesede re tekezî li ser berdewamîya piştevanîya Hêzên Sûriya Demokrat kirîye, di heman demê de jî êrîşên Tirkiyê yên vê dawîyê li ser bakura rojhlata Sûriyê şermezar kirêye.