Emîrê Kuwêytê bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîrê Kuwêytê bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re kir.
Emîrê Kuwêytê Şêx Sebah Ehmed Cabir elSebah bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re kir. Di wê pêwendiya telefonî de Emîrê Kuwêytê, di derbarê pêşhateyên siyasî liser asta herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe derbirî. Herweha pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de jî, hatine rojevê, û hêviya serkeftinek zêdetir bo gelê Kurdistanê xwest.
Her di wê pêwendiya telefonî de Serok Barzanî spasiya Emîrê Kuwêytê kir û bixêrhatna wî kir, ku bi seredanekê gihiştibû Bexdayê.
C.B