Trump: Bi Erdogan re me behsa rawestandina şerê bi Kurd re kir

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, di pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê re behsa rawestandina şerê bi Kurd re kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, di pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê re behsa rawestandina şerê bi Kurd re kiriye.

Trump di twitteke nû de diyar kir, “Me pêwendiyeke telefonî ya baş bi Erdogan re kir, wî ez agahdar kirim ku hevjîn û xwişka Bexdadî desteser kirine”.

Derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, Trump dibêje: “Me guftûgo derbarê sînorên Tirkiyê bi Sûriyê re, jinavbirina şer û pevçûnên bi Kurd re û çend pirsên din de kirin”.

Serokê Amerîka amaje bi wê jî da, ew “bi xweşhalî” li benda hevdîtina bi Ergogan re dimîne.

Ji aliyekî din ve, Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin, Erdogan û Trump bi telefonê pêwendiyek encam dane û li ser pêşhatên dawî yên navçeyê û pêwendiyên du alî axivîne.

Hat destnîşankirin, herdu aliyan biryar dane ku 13'ê mehê li Washgintonê bicivin, ku Erdogan hîn berê ji hêla Trump ve hatibû vexwendin.

Piştî biryarên Encûmena Nûneran a Amerîkayê li ser naskirina Qirkirina Ermeniyan û danîna dorpêçên ser Tirkiyê ji ber operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê, Erdogan dabû xuyakirin, eger heye ku serdana Amerîkayê betal bike.

 

S. B