CHP kampanyaya hilbijartina bo şaredariya Stenbolê da destpêkirin

Li ser hilbijartina şaredariya Stenbolê ku 23ê Hezîranê dûbare dê bê kirin, kandîdê CHP Ekrem Îmamoglu ku wek kandîdekî hêzdar tê destnîşankirin, kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi navê "Tifaqa Stenbol" ragihand. Îmamoglu ku soza rêvebirineke demokratîk û adilane da amaje kir xebatên xwe bo hemû niştecîhên Stenbolî dê pêk bîne. Parlamenterên CHP ku ji Kurdistan24 re axivîn ragihandin ew li benda piştgiriya Selahattîn Demîrtaş ê hevserokê berê yê HDP ne.

K24- Stenbol

Li ser hilbijartina şaredariya Stenbolê ku 23ê Hezîranê dûbare dê bê kirin, kandîdê CHP Ekrem Îmamoglu ku wek kandîdekî hêzdar tê destnîşankirin, kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi navê "Tifaqa Stenbol" ragihand. Îmamoglu ku soza rêvebirineke demokratîk û adilane da amaje kir xebatên xwe bo hemû niştecîhên Stenbolî dê pêk bîne. Parlamenterên CHP ku ji Kurdistan24 re axivîn ragihandin ew li benda piştgiriya Selahattîn Demîrtaş ê hevserokê berê yê HDP ne.

Ekrem Îmamoglu kandîdê CHP ê bo şaredariya Stenbolê kampanyaya xwe ya hilbijartinê ragihand û dirûşmeyên xebatê xwe jî wek "Her tişt wê gelek xweş be" "Ku Îmamoglu hebe hêvî heye" eşkere kir. Îmamoglu ji alîkariya bo malbatên xizan, bo perwerdekirina zarokan soza gelek xebatan da û bi navê "Tifaqa Stenbol" bang li hemû aliyên ciyawaz ên siyasî kir da ku piştgirî jê re bê dayîn.

Ekrem Îmamoglu-Kandîdê CHP ê Şaredariya Stenbolê, got: Xebata me ya yekem ji bo feqîr û xizanan be. Ji bo malbatên xizan ji 6 hezar lîreyê heta 13 hezar lîreyê alîkarî wê were kirin. Li kesên ku qed dahatê wan nîn e av, şîr û nan bêpere dê bê belavkirin. Mazbataya min ji destê min standin em ê 23ê Hezîranê bi piştgiriya hemû aliyên demokratxwaz bistînin.

Gotina Tifaqa Stenbolê berî Îmamoglu ji aliyê HDP ve jî hatibû bilêvkirin. Gursel Tekîn parlamenterê CHP amaje kir ew li benda piştgiriya Selahattîn Demîrtaş in ku beriya hilbijartina 31ê Adarê bi peyamek tesîr dabû ser helwesta dengdêrên Kurd.

Gursel Tekîn-parlamenterê CHP, got: Dengdêrên Kurd ji bo aştî û azadî gelek hessas in û em wek CHP jî soza aştî û demokrasiyê didin. Em ligel hemû aliyên Kurdan guftûgo dikin. Bêguman em bawer dikin ku birêz Demîrtaş jî wek 31ê Adarê ji bo hilbijartina 23ê Hezîranê jî wê peyamek belav bike. Kurd wê dengê xwe bidin namzedê me.

Hevrikê mezin ê CHP yanê AK Partî hewl dide di ser rihspiyan re dengdêrên Kurd bikêşîne aliyê xwe. Li gor Ozgur Ozel Cîgirê Serokê Koma CHP hilbijêrên Kurd xwediyê ezmûneke mezin a siyasî ne û pêdiviya wan bi eqlê kesî nîn e.

Ozgur Ozel-Cîgirê Serokê Koma CHP, got: Hilbijêrên Kurd di warê siyasetê de xwedî feraseteke pêşketî ne. Gelek neheqî li Kurdan hat kirin. We ewqas tehde û çêr li Kurdan kir Kurd çima dengê xwe bide we. Kurd çi hatiye serê wan baş dizanin û rihspiyek

yan jî kesek din were ji destê Kurdan bigire jê re bêje dengê xwe bide felan kesî ev heqereteke mezin e bo Kurdan.

Hilbijartina Şaredariya Stenbolê ku 31ê Adarê bi hinceta nelirêtî hatiye kirin hatibû betalkirin, wê 23ê Hezîranê ji nû ve dê bê kirin. Partiyên siyasî di vê hilbijartinê de karîgeriya dengdêrên Kurd li ser şaredariyên metropolan dîtin û polîtîkaya xwe jî li gor wê ji nû ve dizayn dikin. Diyar e Kurd heta 23ê Hezîranê de dê tim di rojevê de be.