Di encama palpalanê de li Kerbela, 31 mirin û 100 jî brîndar bûn

Di encama palpalanê de li merasîmên Aşûra li bajarê Kerbela, 31 kesan canê xwe ji dest dan û sed kesên din jî brîndar bûn.

K24- Hewlêr

Di encama palpalanê de li merasîmên Aşûra li bajarê Kerbela, 31 kesan canê xwe ji dest dan û sed kesên din jî brîndar bûn.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Îraqê ,  ji encama paldanekê de li merasîmên Aşûra li Kerbela 31 kesan canê xwe jidest dan û 100 kesên din jî brîndar bûn e.

Weke salên bûrî , Şî'eyên Îraqê û cîhanê, salivegera şehîdkirina Îmam Hisên kurê Fatîme keça pêximberê Îslamê dikin, ku bi Aşûra tê naskirin. Îsal jî bi beşdariya milyonan kesan ew rêwresm birêve diçe û zincîran li xwe didin û bi griyan û axaftinên olî yên taybet. vê rojê bibîr tîn in.