Dawî zanyarî di derbarê teqînên Qamişlo de

Peyamnêrê K24 li Qamişlo da zanîn, di encama teqînên êvara îro yên li Qamişlo rû dane de, herî kêm 5 kesan canê xwe jidest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24 li Qamişlo da zanîn, di encama teqînên êvara îro yên li Qamişlo rû dane de, herî kêm 5 kesan canê xwe jidest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, teqînek bi riya motorsêkleke bombekirî li pêş dibistana Qadisiye hate kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Herwiha got: 2 teqînên din li kolana Wihdê li nava bajarê Qamişlo bi riya 2 otombîlên bombekirî hatin kirin, ku yek ji wan nêzîkî xaleke serbazî ya artêşa Sûriyê li çargoşeya ewlehiyê bû.

Tîma K24ê li Qamişlo diyar kir, zanyariyên cuda derbarê qurbaniyên wan teqînan de hene, hin zanyarî behsa canjidestdana 5 kesan û hin jî behsa canjidestdana 8 kesan dikin.

Tîma K24ê tekez kir, heta niha 14 birîndar tenê gihîştine nexweşxaneya Selamê û hin birîndar jî bo nexweşxaneyên din hatin veguhastin.

Ta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe derbarê encamdana wan her sê teqînan de ranegihandiye, lê tê pêşbînîkirin ew ji aliyê DAIŞê ve hatibin kirin.

 

S. B