Kamîran Haco: ENKS amadeyî diyalog û danûstandinê ye

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) Kamîran Haco ji K24 re diyarkir, ku pêwendiyên ENKS ligel Rûsya berdewam in...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) Kamîran Haco ji K24 re diyarkir, ku pêwendiyên ENKS ligel Rûsya berdewam in û dilgiraniyên ENKS girêdayî daxûyaniya gera Astana ya nepejirandina mafên Kurd ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ye anîne ziman.

Kamîran Haco destnîşankir, ku ENKS di hevdîtina xwe ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mixaîl Bogdanov de dilgiranî anîne ziman, ku di daxûyaniya encamî ya gera Astana ya dawî de hatibû, ku li dij statuyek Kurdî li Sûriye ne. Ji Rûsya re diyar kirin e, ku Moskow di hevdîtinên xwe de ligel mafên Kurdan helwêstê nîşan dide, lê çawa dibe di daxûyaniya encamî ya Astana de helwêstek din tê nîşandan. Ev du helwêstên ji hevûdu cuda ne. Bogdanov ji şand a ENKS re aniye ziman, ku sekna Rûsya her wekî berê ye, ligel mafên Kurd di çarçoveya Sûriye ya yekgirtî de ne, lê gerên Astana bi beşdariya gelek aliyan bû û ev helwêst a beşdarên Astana bû, ne ya Rûsya bi serê xwe. Rûsya ligel mafên Kurdan e.

Liser sekna Rûsya ya Komîteya Destûrê ya ji bo Sûriye Haco got, ku: Rûsya ji wan re diyar kiriye, di nava meha Îlonê de ew babet dikare bigihe encamê. ENKS jî daxwaz kiriye, Rûsya piştgiriya xwestekên gelê Kurd be.

Liser herêma ewle Berpirsê Pêwendiyên Derve yê ENKS got, ku Rûsya ji wan re eşkere kiriye, ku li dij pêkanîna herêma ewle ne. Vê yekê, wekî pêngavek li dij serweriya xak û gelên Sûriye binav dikin. Wekî ENKS jî, heta niha ji wan re eşkere ye, liser çi xalan rêkeftin bi hurgilî hatine kirin. Xalên hatine eşkere kirin, ne xalên zelal in. Dîtin hene, ku tifaq çênebûye! Xwestina aliyan bi prosesê re bi şûn ve hatine dan! Lê, jiber ku di herêmê de şer çênebe, ev bi xwe pêngavek erênî bû. Şer ne di berjewndiya çi aliyan de ye, bi taybet gelê Kurd. Çi problem hebin, divê bi rêya danûstandinan werin çareser kirin. Bi taybet liser “Korîdora Aştiyê”dilgiraniyên me hene. Jiber ku, ger ev korîdor jib o bicîhkirna awareyan be, ev yek guherîna demografiyê bi xwe re tîn e û em li dij in!

Kamîran Haco liser nêzîkahî ya tevgera Kurd li rojavayê Kurdistanê got, ku: ENKS ligel nêzîkahiyê ye û dikare çi rêkeftinên berê bin an hin ên nû bên avakirin ENKS amade ye. Hewldana Fransa hebû, lê aliyê din pêngavên biçêk jî, di vî warî de neavêtin. Bi ser vê yekê de jî, lihevkirinek hebe, dê rewş baştir be, hem di rewşa navxweyî û hem di rewşa derve de, dê rewş baştir bibe.