MSD pêşniyaza “Rêveberiyên Xwecihî” red dike

Şandek ji opozîsyona hundir a Sûriyê serdana Qamişlo kiribû û pêşniyaza “Rêveberiyên Xwecihî” a di destûra Sûriyê ya sala 2012an de hatibû, pêşkêşî Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) kiribû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek ji opozîsyona hundir a Sûriyê serdana Qamişlo kiribû û pêşniyaza “Rêveberiyên Xwecihî” a di destûra Sûriyê ya sala 2012an de hatibû, pêşkêşî Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) kiribû.

Endamê Desteya Serkirdatiya MSDê Mistefa Meşayix li ser vê pêşniyazê ji K24ê re diyar kir, şande ji hin partiyên siyasî yên opozîsyona hundir yên nêzîkî rêjîma Sûriyê ji Şamê hatin û daxwaza destpêkirina danûstandinan bi hikûmeta Sûriyê re kir û herwiha wê şandê xwest ku daxwazên Rêveberiya Xweser û MSDê bigihîne rêjîma Sûriyê.

Got jî: “Endamên Şandê bi agahdariya rêjîma Sûriyê hatine û ji me re gotin, em û we opozîsyona hundir in û pêşniyaz kirin û em projeyeke siyasî pêşkêş bikin û wek tîmekê danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re bikin.”

Meşayix da zanîn, wan ji şandê re got ku ew amade ne danûstandina li ser pirsa Kurdî û Sûriyeya pêşerojê bi rêjîmê re bikin, ta ku bigihin encaminan ku rihetiyê ji meletê Sûriyê re bîne.

Li ser pêşniyaza “Rêveberiyên Xwecihî” jî Meşayix got: “Em bi pêşniyaza rêveberiyên xwecihî yên li gor madeya 107 ji destûra Sûriyê qebûl nakin û miletê Sûriyê bi giştî jî wê qebûl nake. Em wek Kurd taybetmendî û mafên me yên netewî hene, ji bilî mafên niştimanî yên Sûrî.”

Diyar kir jî, wan nexşerêyek bo çareserkirina krîza Sûriyê da şandê, ku  di wê nexşerêyê de daxwaza, Sûriyeyek xwedî sîstemeke demokratîk, piralî, nenavendî û mafên Kurd wek netew jî tê de bên parastin kirine.

Derbarê helwesta rêjîma Sûriyê de, Meşayix got: Heta niha rêjîma Sûriyê xwediyê heman gotara xwe ya hişk e û dixwaze pirsgirêkan bi riyên leşkerî çareser bike, ev jî naçin serî.

 

S. B