Serok Barzanî hêvîya serkevtinê bo serkirdatîya nû ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê dixwaze

Evro Dûşembîyê, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li şandeka Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir ku pêkhatibû ji Belên Abdulla Sekreter û Se'îd Xalîd Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya dehem a Partiya Zehmetkêşan kir û hêviya serkeftinê ji bo serkirdayetiya nû ya wê Partiyê xwazt.

Her di vê hevdîtinê de Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê supasîya Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe hebûn bo rola Serok Barzanî di piştevanîkirina firealîyê û aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê.

Rewşa siyasîya Iraqê û proseya siyasiya Herêmê û pêngavên Hikûmeta Herêmê ya ji bo baştirkirina rewşa îdarî û aboriya Herêmê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.