Mesrûr Barzanî û Berhem Salih pirsgirêkên hilpesartî guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih dicivin. Encûmena Wezîran a Herêma Kurdisanê civîna xwe ya heftane encam dide.
Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih bicivin û pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de mane û pirsa budceyê guftûgo dikin.
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê jî da zanîn, ji bilî wê civînê, îro Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive.
Hevdem biryar e jî îro Serokê Parlemana Iraqê bi serdaneke fermî bigihe Hewlêrê û piştre jî li Duhokê beşdarî çend çalakiyan bibe.
Duhî Serokomarê Iraqê Behem Salih, Wezîrê Darayî yê Iraqê û Cîgirê Serokowezîrê Iraqê Fûad Husên gihîştin Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabûn.
Di wê civînê de Seroka Parlemana Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û hejmarek ji berpirsên her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê amade bûbûn.
S. B