Pêkhate yên Îraqê li Emerîkayê xweşhalin bi pêkanîna kabîneya nehema Herêma Kurdistanê

Di dûyemîn kopîtka wezîran bo pêşxistina azadîya olî li cîhanê, nwênerên çend pêkahate yên cuda ji Îraqê, stayîşa bernameya karên kabîneya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin.

K24- Waşintun

Di dûyemîn kopîtka wezîran bo pêşxistina azadîya olî li cîhanê, nwênerên çend pêkahate yên cuda ji Îraqê, stayîşa bernameya karên kabîneya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin.

Nwênerên zêdetir ji 135 welatan û bi dehan çalakvan û nwênerên sazî û rêkxistî yên bîyava mirovî û olî pişikdarin di kopîtka wezîran de bo pêşxistna azadîya olî li cîhanê, ku li wezareta derve ya Emerîkayê birêve diçe û roja 16/7/2019 dest bi karên xwe kirîye .

Ji Herêma Kurdistanê û Îraqê jî, hejmarek nwênerên pêkhateyên olî ji alîyê wezareta derve ya Emerîkayê ve hatîne banghêşt kirin pişikdarîyê di wê kopîtkê dikin.

Çalakvanê sivîlî ji pêkhateya Kakeyîyan, li jêr ronahîya fermanrewayî ya kabîneya nehema hikumeta herêma Kurdistanê, bi bawerî û mitmaneyeke bihêz li ayîndeya pêkhateyan dinere, û peyamekê jî bo cîhan û Bexdayê dişîne.

Ferhad Kakeyî, çalakvanê sivîlî û mamostayê zankoyê bi Kurdistan24 ragehand: Em pişkekîn ji wê karname ya ku kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandîye, nemaze jî bo yekalîkirina pirsa madde ya 140 ku pişkek ji Kakeyîyan zulm û zor li wan dihê kirin li wan deveran. Hêvîdarîn kabîneya hikumeta Herêma Kurdistanê hemû hewlekê bikar bihîne  bo bicîkirina madeya 140.

Nwênereke pêkhateya Siryanên Îraqê di kopîtkê de dibêje: Tenê Herêma Kurdistanê penageh û parêzvanê pêkhaqteyan bûye, Em hatîne vir, heya evê yekê bîjîne Emerîkayîyan û nwênerên welatên cîhanê.

Con Hadaya, serokê Partîya Bizava Siryanan li Îraqê dibêje: Kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, sê wezaret daye jinan, giringî daye hebûna xort û pêkhateyan di postên bilind de. Herweha seroka perlemanê û cêgira dûyem jî jine. Anku ewa em dibînîn nûxwazîyeke giringe û wekhevkirina mafane. Ev ûmêd bexşe bo ayîndeyeke rewşen û akincîtirbûna aramîyê li Herêma Kurdistanê.

Bername û karên kopîtka wezîran bo pêşvebirina azadîya olî li cîhanê, bo dema dû rojên din li Waşituna paytexta Emerîkayê berdewam dibe. Têde kor û civînên giring dihên encamdan. Armanca eaereke ya kopîtkê berngarbûna tundrewî û pêşêlkirina dijbi azadîya ole li cîhanê.