Komisyona hilbijartinan li Kerkûkê: Bo encamdana hilbijartinan, Em pabend dibîn bi biryara perlamanê

Şeva burî, Civata Nwênerên Îraqê, deng li ser hevwarkirina yekem a yasa ya hilbijrtinên parêzgehan da, berpirsekê komisyonê jî li Kerkûkê dibêje: Em pabend dibîn bi biryara perlemana Îraqê.

K24- Hewlêr

Şeva burî, Civata Nwênerên Îraqê, deng li ser hevwarkirina yekem a yasa ya hilbijrtinên parêzgehan da, berpirsekê komisyonê jî li Kerkûkê dibêje: Em pabend dibîn bi biryara perlemana Îraqê.

Ebdulbasit Derwêş, berpirsê ragehandina komisyona Bala ya hilbijartinên Îraqê, şaxa Kerkûkê, bi Kurdistan24 re ragehand: Ew dê pabendî biryara perlemana Îraqê bin bo encmadana hilbijartina parêzgehan li Kerkûkê ku biryare li destpêka meha Nîsana sala dahatî bihê encamdan.

Xuya jî kir, ku ew şîyane heya niha 66% ji tomara bayometrî bo dengderên bajarê Kerkûkê bikin.

Li gel evî yekê jî, firakisyona Partîya Demukrata Kurdistanê di perlemana Îraqê de , deng nedane pişikdarîkirina Kerkûkê di hilbijartinan de , sedema jî, bo wê yekê vegerandin ku rewşa Kerkûkê pêwîste di destpêkê de bihê asayîkirin û duv re hilbijartina  têde bihê kirin.