Li Ezazê şer di navbera YPG û grûpên çekdar de derket

Şer bi giranî di navnera çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û YPGê de li derdora Ezazê li bakurê Helebê derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer bi giranî di navnera çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û YPGê de li derdora Ezazê li bakurê Helebê derket.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî şerekî giran di navbera çekdarên “Mertala Firatê” û YPGê de li gundê Kilcirîn ê başûrê Ezazê derket, lê Rewangehê ti zanyarî derbarê ziyanên wî şerî de belav nekiriye.

Ji roja 7ê vê mehê rojane şer û pevçûn li bakurê Helebê li gundewarê, Efrîn, Ezaz û Babê di navbera YPG û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin derdikeve.

Gelek caran jî artêşa Tirkiyê Til Rifat û gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dike û xelkê sivîl dibin qurbanî.

 

S. B