Asayişa Silêmaniyê desteserkirina diz û pereyên dezgehan ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Duhî nêzîkî milyarek Dînar mûçeyên nexweşxaneyên bajarê Silêmaniyê hatibûn dizîn û îro Asayişa Silêmaniyê û dezgehên ewlehiyê vegerandina pereyan û desteserkirina tawanbaran ragihand.
Rêvebirê Asayişa Silêmaniyê Westa Hesen di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dezgehên ewlehiyê karîn di çend demjimêran de tawanbarên dizîna pereyan desteser bikin.
Da zanîn jî, tawabar 7 kes bûn û xelkê vî welatî ne, ji ber pirbûna rêbendan nikarîn birevin û li derveyî bajêr hatin desteserkirin.
Amaje bi wê jî kir, îro mûçe li karmendên nexweşxaneyên bajêr tên belavkirin.
Pêştir jî, Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan di daxuyaniyekê de ragihandibû, ew kesên pereyên nexweşxaneyan revandibûn hetin desteserkirin û pere jî hatine vegerandin.
S. B