13 xalên ku Tirkiye û Amerika liser rêkeftin e

Ligor ku di medya Tirkiye de hatî belavkirin, di navbeyna Amerika û Tirkiye de rêkeftinek 13 xalî hatiye vajo kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Ligor ku di medya Tirkiye de hatî belavkirin, di navbeyna Amerika û Tirkiye de rêkeftinek 13 xalî hatiye vajo kirin.

  1. Tirkiye û Amerika wekî 2 endamên NATO yên nêzîk van pêwendiyên xwe carek din tekez dikin. Amerika ji dilgiraniyên ewleyiyê yên Tirkiye, tê digihe.
  2. Tirkiye û Amerika, di destpêkê de, liser erd a bakurê rojhilatê Sûriye, pêwistiya liser bîngeha berjewendiyên hevbeş carek din tîn e ziman.
  3. Tirkiye û Amerika liser binemaya “Yekî me ji bo hemûyan, em hemû ji bo yekî”, sekna xwe ya parastina xakên NATO û hevwelatiyên wan tekez dike.
  4. Her du welat, sekna xwe ya parastina jiyana mirovan, mafên mirovan, kêmaniyên olî û etnîkî tekez dikin.
  5. Tirkiye û Amerika, bi biryar in, ku têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ li bakûrê rojhilatê Sûriye bidomîn in. Ev yek bi hevkariya aliyan pêk tê, mirovên ku jiber kontrola DAIŞ ji cîh û warên xwe bûn e û navendên desteserkirinê jî, digre nav xwe.
  6. Tirkiye û Amerika, têkoşîna li dijî terorê tenê aliyê terorî, andamên terorî û cihên veşartinên wan, binkeyên wan, çek û alavên wan digre nav xwe.
  7. Aliyê Tirk, di heremên ewle, ku di bin kontrola Tirkiye de ye, ewleyiya hemû niştecihên deverê dabîn dike, jiber parastina sivîlan û jêrxaneya xizmetî ya sivîlan biparêze, zerarê need wan û di baldarî tevdigere, tekez dike.
  8. Her du alî tekeziyê liser yekîtiya siyasî, rêza yekparçeyiya xakê, û pirsgîrêka Sûriye di çarçoveya biryara Encûmena Asayişa Navneteweyî ya hejmar 2254 bidawî were û girêdana xwe ji bo proseya siyasî bi serkirdayetiya Neteweyên Yekgirtî, dikin.
  9. Her du alî liser komkirina çekên giran ên YPG, bê karbianîn a binkeyên şerî jî dinav de, ji dilgiraniyên milli yên Tirkiye, giringiya berdewamiya pêkanîna herêma ewle tê digihin.
  10. Herêma Ewle dê di bin kontrola Artêşa Tirkiye de be û her du alî, dê bi hevûdu re liser herêma ewle kar bikin.
  11. Aliyê Tirk dê Operasyona Kaniyê Aştiyê û di herêma ewle de dinav 120 demjimêran de, ji bo vekşandina YPG rê bide û moletê bide Operasyona xwe. Piştî proseya temamî ya vekşandinê Operasyona Kaniya Aştiyê dê were rawestandin.
  12. Gava molet ji Operasyona Kaniya Aştiyê re hate dan, ligor biryara Serokê Amerika Blocking Property and Suspending Entry of Certain Persons Contributing to the Situation in Syria ya ji 14ê Cotmehê ya 2019an, zêdetir dorpêç neyên sepandin, di Kongre de xebat bê kirin û danûstandin hebe û di çarçoveya biryara Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî ya 2254 kar jib o aştî û ewleyiyê li Sûriye bê kirin û liser vê lihev dikin. Gava Operasyona Kaniya Aştiyê ligor xal a 11an hate rawestandin, Biryarên Serokatiya Amerika yên dorpêçê werin rakirin.
  13. Her du alî, ji bo pêkanîna van hemû armancan, diyar dikin, ku dê bi hevûdu re kar bikin.

 

 

C.B