17 partiyên Kurdistanî: Tirkiyê hebûna Kurd armanc digire

Partiyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya (Hevkarî) êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û ragihandin, Tirkiyê bi vê êrîşê hebûna Kurd li ser xaka xwe armanc digire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya (Hevkarî) êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û ragihandin, Tirkiyê bi vê êrîşê hebûna Kurd li ser xaka xwe armanc digire.

Duhî 9. 19. 2019an, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, destpêkirina êrîşa welatê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên F-16 û piştre topxaneya Tirkiyê dest bi bombebarana gund û bajarên Kurdî yên sînorî kirin.

17 partiyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya di daxuyaniyekê de ragihandin, “Roja 09.10.2019an partiyên Hevkarî civiyan, ji bo buyerên dawî li Kurdistana Sûriya, bi teybet dujminatiya leşkerî ya ku leşkerê Tirkiya bi alîkariya hêzên Islamî ber bi hemehengiya Sûrî û Eniya Nussra ya girêdayî wê.

Tevan şermezariya vê êrîşa li ser gelê me ye Kurdî û pêkhatiyên devera rojhilatî Furatê kirin, tekez kirin ku ev êrîş armanca wê dijî hebûna gelê Kurd li ser xaka xwe ya Dîrokî ye, ev Bombebarana ezmanî û tankan û topan li ser gundên me li gel derbasbûna wan li ser xaka aram, pêwîst e hemû hêz û partiyên Kurdî û Kurdistanî li gel rêkxirawên civaka sivîl li dij rabin û bandorekê li civaka navnetewî bikin, daku ev dujminahî raweste û gelê Kurd û pêkhatiyên deverê li rojhilatê Furatê bi nobedariya navnetewî bêne parastin, herweha biryar dan  ku bi hin çalakiyên dîplomasî û cemawerî aştiyane rabin, Komîte bo vî karê bi lez hatin avakirin û wê nêzîk bêne ragihandin.

1- PDK-Başûr

2- PAK/Rojhilat /

3 - PDK-bakur

4 - PYDKS/Yekîtî/

5 - PYK

6 - PDPKS

7 - PSK

8 - PDK-S

9 - Şepêla pêşeroja Kurdistan Sûriya

10 - PDK-Îran

11- PDK/Rojhilat/

12 - YNK

13 - PDKS( Partî )

14 - Komala Kurdistan Îran

15 - PIK

16 - PDKS( Elpartî )

17 - PYK-S