Marason a Baysikelê bi sponseriya K24 lidar ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, bi sponseriya K24 Marason a Baysikelê lidar ket.
Li Marason a bi nave “Ride On” gelek siyasetmedar, hunermend û navdar ji Kurdistanê, herweha hejmarek zêde jin amade bûn.
Marason bi beşdariya 500 ajokarê baysikelan û di çarçoveya 7 kilometreyan de pêk hat.
Marason ji Park a Şar destpê kir û heta Keleha Hewlêrê dom kir.
Sala par jî, Marason a baysikelê bi sponseriya K24 lidar ketibû.
C.B