Li dadgeha Ewropayê doza Demîrtaş birêve çû

Îro li Strazburgê derbarê Hevserokê berê yê HDPê Silhedîn Demîrtaşê zîndanî da Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMMEyê da rûniştina taybet birêve çû. Di dozê da 6 parêzerên Demîrtaş, parêzerekê ser navê hikûmeta Tirkîyê, şandeya HDP û Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu amade bûn.

K24- Enqere

Îro li Strazburgê derbarê Hevserokê berê yê HDPê Silhedîn Demîrtaşê zîndanî da Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMMEyê da rûniştina taybet birêve çû. Di dozê da 6 parêzerên Demîrtaş, parêzerekê ser navê hikûmeta Tirkîyê, şandeya HDP û Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu amade bûn. Piştî parastinan rûniştin bidawî hat û hat ragihandin ku wê dadgeh di rojên bê da biryara xwe eşkere bike. Li gorî parêzerên Demîrtaş û hiqûqnasan wê bi egereke mezin DMME biryara azadkirina Demîrtaş bide, ku Tirkîye jî îja neçar bimîne ku pabendî bi vê biryarê bike.

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18ê Îlonê da li Strazburgê bi rûniştineke taybet dosyaya girtina Hevserokê berê yê HDPê Silhedîn Demîrtaş xiste rojeva xwe. Di rûniştina ku 17 dozgerên ji welatên Ewropayê birêvebirin da; 3 jê jin, 3 jê mêr 6 parêzerên Demîrtaş û li ser navê Hikûmeta Tirkîyeyê jî parêzerekî Alman amade bûn û parastinan bi Îngîlîzî û Fransizî kirin. Her wiha li gel şandeya HDPê ya bi serokatîya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî, parlamenterê Kurd yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî dozê şopand.

Li gorî hiqûqnasan ji ber ku doza Demîrtaş sîyasî û berfireh e wê Dadgeh di heman rojê da biryara xwe eşkere neke. Li gorî Mesut Ozerê parêzerê Demîrtaş, bi îhtimaleke mezin wê Dadgeha Ewropayê wek sala borî biryara azadkirina Demîrtaş bide. Ozer dibêje, ev biryar wê bibe biryareke teqez ku mafê îtirazê ya Tirkîyeyê tuneye ku êdî divê Dadgeha Tirkîyê ji mecbûrî pabendî bi biryarê bikin.

Mesut Ozer, parêzerê Demîrtaş, got:"Em bi hêvî ne ku DMME biryara azadkirina Demîrtaş bide. Ev biryar wê bibe biryara teqez û ya dawî. Dadgeha Tirkîyê mecbûr e ku pabendî bi vê biryarê bike."

Li alîyê din mafnas didin zanîn ku doza Demîrtaş ne hiqûqî ye sîyasî ye û divê Demîrtaş yekser bê azadkirin û li Tirkîyê rîya sîyasetkirina demokratîk bo sîyasetmedarên Kurd bêne vekirin.

Ozturk Turkdogan, hevserokê Komeleya ÎHDê, dibêje:"Li Tirkîyeyê hin problemên mezin yên wek demokrasî, mafên mirovan û darizandinên bialî hene. Demîrtaş li vî welatî namzedîya serokkomarîyê kirîye. Lê belê em dizanin ku ew bi awayekî sîyasî hate girtin û ew nêzî 3 salan e ku di hundir da ye. Ji loma jî doza wî ya li Dadgeha Ewropayê û

biryara ku jê derkeve gelekî girîng e. Em hêvîdar in ku Demîrtaş êdî yekser bê azadkirin û rîya sîyaseta demokratîk ji bo sîyasîyên Kurd û mixalîfan jî bê vekirin."

Dadgeha Enqereyê di 2ê Îlonê doza dawî ya Selahedîn Demîrtaş da bi yekdengî biryara azadkirina Demîrtaş dabû, lê belê ji ber cizayê wî yê pesendkirî yê 4 sal û 8 mehan ew yekser nehatibû azadkirin. Ji bo ku Demîrtaş bi şertê kontrola edlî bê azadkirin parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Stembolê dan lê belê hêj dadgehê biryara xwe eşkere nekir. Niha jî çavê hemû kesî li ser eşkerekirina biryara DMMEyê ya bo Demîrtaş e.