Dermanekî sexte yê Peneşêrê li Hewlêrê hat desteserkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîta Çavdêrî û Kontrola Dermanan dest datîne ser dermanekî sexte ku li parêzgeha Hewlêrê tê dirustkirin û dest datîne ser dermanên sexte ku ji Îranê derbasî bajarê Silêmaniyê bûne.
Serokê Komîta Çavdêrî û Kontrola Dermanan Dr. Hêja Enwer ragihand, li baxçeyeke ser riya Hewlêr – Selahedîn dermanekî sexte yê Penceşêrê tê dirustkirin û ti bingeheke wê ya zanistî nîn e û bi nirxê (900 - 1000) Dolaran bo nexweşên Penceşêrê tê firotan.
Got jî: Hewl didin bizanin kî li pişt dirustkirina wî dermanî ye û kê ew aniye Herêma Kurdistanê.
Dr. Hêja Enwer da zanîn jî, du barhilgir ji dermanên sexte ji Îranê derbasî bajarê Silêmaniyê bûye û bo Hewlêrê tê şandin û li rêbenda Dîgele dest li ser wê hatiye danîn.
Serokê Komîta Çavdêrî û Kontrola Derman got, divê welatî hişyar bin û di riya tora civakî re dermanên qelebûn û lawazbûnê nekirin.
S. B