Dawiya mehê Serokê herêmê tê hilbijartin

Partiya Demokrat a Kurdistanê radighîne, dawiya vê mehê Serokê herêma Kurdistanê tê hilbijartin û destpêka meha bê, Serokê herêma Kurdistanê kandîdê raspartî bo pêkanîna hikûmetê radispêre

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê radighîne, dawiya vê mehê Serokê herêma Kurdistanê tê hilbijartin û destpêka meha bê, Serokê herêma Kurdistanê kandîdê raspartî bo pêkanîna hikûmetê radispêre.

Goran û Partî pêşwazî li rêkeftina sê alî dikin, bi mercek bo dabeşkirina postan nebe.  

Tevî ku Postê cîgirê Serokê herêma Kurdistanê di navbera Partî û Goran de yekalî bûye û bi aliyê duyem tê dan, lê Yekîtiya Niştîmanî dixwaze wek aliyek di wê dezgehê de posta wê hebe, û daxwaza cîgirekî din dike bo Serokê herêmê. Di demekê de, ku her Yekîtî bi xwe ne razî bû, postê cîgirê hikumetê ku pişka wan e, dû cîgir hebe.

 

 

 

C.B