Li Qamişlo otombîleke bombekirî hat teqandin

Li bajarê Qamişlo teqînek rû da û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kuştin û 2 kesê din birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo teqînek rû da û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro danê sibê li taxa Erboye li nêzîkî dibistana Pîşesaziyê otombîleke bombekirî hat teqandin.

Pişî bûyerê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, otombîleke bombekirî peymangeheke rahênankirinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn armanc girtiye.

Diyar kir jî, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn canê xwe jidest da û 2 kesên din jî birîndar bûn, ku bi erkê parastina wê peymangehê radibûn. 

Ameje bi wê yekê kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihîşt cihê teqînê û bazneke ewlehiyê danî dora cihê teqînê û dest bi lêkolînê kir.

 

S. B