Grûpên çekdar 2 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê Tirkiyê 2 welatiyên Efrînê revandine û li hember berdana wan jî daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê Tirkiyê 2 welatiyên Efrînê revandine û li hember berdana wan jî daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, li navçeya Cindirêsê grûpa Polîsa Serbazî ligel Îstixbarata Tirkiyê ji roja 13ê vê mehê ve xortê bi navê Besîm Ehmed Ehmed revand û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn jî, li gundê Satiya ya ser bi navçeya Cindirêsê ve dîsa grûpa Polîsa Serbazî ligel Îstixbarata Tirkiyê ji roja 15ê vê mehê ve welatiyê bi navê Ciwan Qerecol revandiye û li hember berdana wî daxwaza 4 milyon Lîreyên Sûrî kirine.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, ji bo standina pereyan ji malbatên wan, bi hezaran welatî ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin.

 

S. B