Bangeşeya hilbijartinên Herêma Kurdistanê destpê kir

Piştî demjimêr 12 şeva derbasbûyî, bangeşeya hilbijartinan destpê kir û 28ê vê mehê, dema bangeşeyê bidawî tê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi fermî bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê destpê kir û aliyên siyasî awayê bangeşeya xwe diguherin û kirîza diravî û rewşa siyasî cihê xwe di wan guhertinan de girtiye.

Xwediyên çapxaneyan eşkere dikin ku, xerciya her berbijarekî ji bo posteran ji 20 hezar Dolar destpê dike.

Piştî demjimêr 12 şeva derbasbûyî, bangeşeya hilbijartinan destpê kir û gellek berbijaran posterên xwe li kolan û cihên giştî dalqandin û 28ê vê mehê, dema bangeşeyê bidawî tê.

Aliyên siyasî amadekariyên xwe ji bo bangeşeya hilbijartinan bidawî kirine, lê vê carê bi awayekî cuda ji salên derbasbûyî, aliyên siyasî torên pêwendiya civakî ji bo bangeşeyê bikar tînin û hin ji wan jî serdana welatiyan dikin.

N.O