Tu çi dizanî li ser giravên gerok, nemaze jî li Kurdistanê?

3 Giravên Gerok yên di nav Gola Hezarşaha Çewlîgê di asta cîhanê de binav û deng in. Li ser van giravan dar hene. Carîna ji ber ba, carînan jî di dema çûne ser de girav dilivin û kesên li ser hest dikin ku li ser belemê ne. Li gor rayedaran, bêhempayiya giravan hatiye tomarkirin ku li cîhanê tiştên weha nînin. Îsal tê çaverêkirin, dehezaran kes serdana vê derê bikin.

K24- Hewlêr

Giravên Gerok yên Çewlîgê ku di asta cîhanê de bêhempa ne û bûne markeke cîhanî, bi hatina biharê re kirasê kesk li xwe kirin.

Li cîhanê her çiqas hin nîmûneyên giravên gerok hebin jî, di ser wan de dar nînin. Giravên Hezarşahê îsal çaverê deh hezaran geştiyaran dikin.

3 Giravên Gerok li Gundê Hezarşahê yê Solexanê ne. ji hev cuda cuda di nav avê de digerin ku ji wan re giravên melevan jî tê gotin.

Tê çaverêkirin, îsal ji Diyarbekir, Mûş, Xarpêt, Erzincan û Erziromê nêzîkî 30 hezarê zêdetir kes serdana giravan bikin.

Fahretîn Onalan, cêgirê rêveberê geştyarîya Çewîgê, got:"… Giravên Gerok yên Çewlîga me, li cîhanê bêhempa ne.  Ji hêla Rêveberiya jîngehê ve hatine tomarkirin ku li tu deverê mînakên vê nînin. Salan e nêzîkî 30 hezar geştiyar tên vê derê. Taybet hevjînên nû dixawzin dîmenên vê derê di nav bîranînên wan de hebin. Salane serdana vê derê zêdetir dibe."

Giravên gerok, bala wênegiran û kesên dixwazin dewlemendiya cîhanê bibînin dikşîne. Welatî dikarin biçin ser van giravan wêne bigrin û tirsa binavbûna wan jî nîne.

Gelek caran, hevjînên nû dîmenên xwe yên destpêkê li vê derê dikşînin ku di nav de kesên ji bajarên dur jî tên hene.

Gola Hezarşahê 300 metreçargoşe ye û nêzîkî 50 metre kûr e. Havîn û zivastanan asta ava golê kêm û zêde nabe. Giravên li ser bi hêza ba û dema kes biçe ser wek belemek tevdigerin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/03bb9743-8f6c-41ec-82bd-fe923c05ec7e/052119EKB.ism/manifest